12 September 2026 - 17:28
Source: Kurd Press
Şam ketina(çûna) Netanyahu ya ser axa Sûriyeyê şermezar kir

“Servîsa Sûriyê — Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, çûna Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê rejîma siyonîst bo herêma Cebel el-Şêx a li ser axa Sûriyê şermezar kir û ew wekî binpêkirina eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa vî welatî û yasayên navneteweyî binav kir.”

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hatina Binyamîn Netanyahû bo herêma Cebel el-Şêx a li Sûriyê, gaveke provokatîf û binpêkirineke eşkere ya serwerî, yekparçeyiya axa Sûriyê û yasayên navneteweyî ye. Her wiha berdewamiya ketina hêz û rayedarên Îsraîlî bo ser axa Sûriyê, wekî gefeke cidî li ser ewlehî û aramiya herêmê tê dîtin.

Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, derbarê hatina Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê rejîma siyonîst bo herêma Cebel el-Şêx a Sûriyê de daxuyaniyek belav kir.

Ev wezaret di daxuyaniya xwe de tekez kir ku berdewamiya ketina Îsraîlê bo ser axa vî welatî, nîşaneya bilindbûneke xeternak (tundbûneke) e ku ewlehî û aramiya herêmê dixe metirsiyê. Wezaretê bi awayekî tam Îsraîl berpirsê encamên van kiryar û binpêkirinan dît.

Ev helwesta Wezareta Karên Derve ya Sûriyê piştî wê hat ragihandin ku Binyamîn Netanyahû roja çarşemê, 9ê îlonê, ligel Yîsraîl Katz, Wezîrê Berevaniyê yê rejîma siyonîst, serdana lûtkeya Cebel el-Şêx a li ser axa Sûriyê kiribû."

Notek: Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li pişta perdê li navbeyna  weda çi dibure wejî ji gelê Sûrîye ra bejin  ji dev wan layistika berdin  heka rojekê Sihyonîst û Amrîka nexwazin wun liser dimişqê Hikûmeta bikin wun nikarin bikin.?

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha